Serokwezîra Birîtanya şikestina DAIŞê li Iraq û Sûryê ragihand

Theresa May: Bi alîkariya hêzên me DAIŞ hat şikandin û niha ti navçeyeke mezin di destê çekdarên DAIŞê de nemaye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîra Birîtanya Theresa May di serdanekê de ji bo bingeha serbazî ya Birîtanî li Qubrisê ragihand, ku bi alîkariya hêzên Birîtanî, DAIŞ li Iraq û Sûryê hat şikandin û got: "Niha ti navçeyeke mezin di destê çekdarên DAIŞê de nemaye".

Birîtanya bi dirêjiya sê salên derbasbûyî rolekê çalak di şerê li dijî DAIŞê lîst û li gorî amaran, nêzîkî 25% ji êrîşên ezmanî yên li dijî çekdarên DAIŞê, ji aliyê firokeyên Birîtanî ve hatine encamdan.