Usturalya êrîşên xwe li dijî DAIŞê li Iraq û Sûryê rawestand

Wezîra berevaniya Usturalya: Ev biryara me piştî wê yekê hat, ku hikûmeta Iraqê serketina xwe li ser DAIŞê ragihand, lê erkê me li wê navçeyê bi dawî nehatiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîra berevaniya Ustralya Marise Payne ragihand, ku welatê wê êrîşên xwe yên ezmanî li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûryê bi dawî anîne û her şeş firokeyên ji corê Super Hornet, piştî sê salan ji êrîşan li dijî DAIŞê, wê li welat vegerin.

Marise Payne got: "Ev biryara me piştî wê yekê hat, ku hikûmeta Iraqê serketina yek carî bi ser DAIŞê de ragihand, lê erkê me li wê navçeyê bi dawî nehatiye, 80 serbazên me wê li Iraqê bimînin û beşdariyê di operasyonên taybet de bikin".