Hêzên Hevpeymanan ji Iraqê dernakevin
Hevpeymana nawdewletî tekez kir ku niha hêzên wê ji Iraqê dernakevin û red kir ku şerê DAIŞê bidawî bûbe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevpeymana nawdewletî tekez kir ku niha hêzên wê ji Iraqê dernakevin û red kir ku şerê DAIŞê bidawî bûbe.
Cîgirê fermandarê Hevpeymana Nawdewletî Jeneral Flîks Gîdnî di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku "şerê DAIŞê li Iraqê bidawî nehatiye û heya niha jî pêwîstiya hêzên Iraq bi alîkariyê heye ji bo nehiştina DAIŞê misoger bikin.
Navhatî zelal kir ku "Ji sedî not û heşt ew navçeyên di destê DAIŞê de bûn hatine kontirolkirin û di wê rûberê de, heft milyon û 700 hezar Iraqî dijîn".
Wî jeneralî diyar kir, ku her guhertinek derbarê man û nemana hêzên Hevpeymanan li Iraqê, girêdayî nemana tevahiya çekdarên DAIŞê ye.
Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Heyder Ebadî nemana DAIŞê li Iraqê ragihand.