Çekdarên Heşda Şeibî li ser sînor belav dibin

"Me hêzên xwe li ser sînorê di nav Sûryê û Iraqê de belav kiriye ji bo piştevaniya hêzên parastina sînorên Iraqê bikin"

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermande di hêzên Heşda Şeibî de Qasim Muslih di daxuyaniyekê de ragihand: "Me hêzên xwe li ser sînorê di nav Sûryê û Iraqê de belav kiriye ji bo piştevaniya hêzên parastina sînorên Iraqê bikin, piştî ku di sê rojên derbasbûyî de ji aliyê Sûriyê ve teqe li wan hat kirin".

Wî fermandeyî zelal kir, ku wan lîwaya 13an di Heşda Şeibî de şandiye ser sînor daku êrîşî wî cihî bikin ku ji wî teqe li hêzên Iraqî hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve emîd Hehya Resûl ragihand ku, hebûna wê hêzê demkî ye û ji erkê wê ye piştevaniya hêzên hikûmetê bike.

Di dema derbasbûyî de jî, Heşda Şeibê li gel hin milîsên din yên ser bi Îranê ve, karîn derbasî bajarê El-Bûkemal yê Sûrî bibin.