Piştî 48 hezar serbazên Rûsî li Sûriyê şer kirin, Rûsya dest bi kişandina hêza xwe kir
Wezîrê berevaniya Rûsya Sergey Shoygu ragihand, Rûsya erkê kişandina beşekî ji hêzên xwe ji Sûryê bicî kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Rûsya Sergey Shoygu ragihand, Rûsya erkê kişandina beşekî ji hêzên xwe ji Sûryê bicî kiriye.
Medya Rûsî li ser zimanê Sergey Shoygu belav kiriye, ku artêşa Rûsya yekeyên taybet yên hêzên ezmanî û pizîşkên leşkerî û ketîbeyek ji hêzên polîsan, herweha 36 firokeyê cengî û 4 hêlîkopter ji Sûryê vekşandiye. Herweha medya Rûsî eşkere kir ku 48 hezar serbazên Rûsî li Sûriyê beşdarî di operasyonan de kirine.
Yazdê vê mehê Serokê Rûsya serdana Sûryê kir û fermana kişandina beşekî mezin ji hêzên welatê xwe da.