McGurk xerciyên Amerîka di şerê Mûsilê de eşkere dike
Brett McGurk: Amerîka di şerê kontrolkirina Mûsilê de, 2 milyar û 200 milyon Dolar xerc kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî de li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand: "Amerîka di şerê kontrolkirina Mûsilê de, 2 milyar û 200 milyon Dolar xerc kiriye".
Brett McGurk got: "Piştî Donald Trump dest bi karên serokatiyê kir û heya niha 98% ji navçeyên desthilata DAIŞê, ji çekdarên wê girûpê hatiye paqijkirin, herweha 7 milyon û 700 hezar kes ji bin destê DAIŞê hatin rizgarkirin û 2 milyon û 700 hezar mişextên Iraqî li cî û warên xwe vegeriyane".
Di warekî din de, Brett McGurk diyar kir ku Destpêkirina pêwendiyan di nav Siûdiyê û Iraqê de, li ser daxwaza rasterast ya serokê Amerîka Donald Trump bûye.