Israîl pêgehên serbazî yên hikûmeta Sûryê bordûman kir
Firokeyên Israîlî êrîşî bingehên serbazî yên Hikûmeta Sûryê kirin li naveçya "Qunêtra" li bilindahiyên Colanê, li gorî zanyariyan, ti ziyanên canî ji wê êrîşê nebûne
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro 23/12/2017an hêzên ezmanî yên Israîl, êrîşî bingehên serbazî yên Hikûmeta Sûryê kirin li naveçya "Qunêtra" li bilindahiyên Colanê, li gorî ajansa nûçeyên Lubnanî, ti ziyanên canî di encama wê êrîşê de çênebûne".
Berî niha jî Israîl çendîn caran bingeh û navendên serbazî yên Hikûmeta Sûriyê û hêzên nêzîkî Bişar Esed bordûman kiriye û bi berdewamî hişyariyê ji nêzîkbûna çekdarên Hizbulaha Lubnanî û Milîsên din yên Îranî dide, û dibêje: "Nêzîkbûna wan hêzan ji bo navçeyên sînorî metirsiyê li ser Israîl çêdike".