Rûsya: Farûq El-Şere'i serperiştiya kongirê Sochi nake

Alexander Lavrentiev: Heya niha ti nav ji bo serokatiya Kongirê Gotûbêja Niştimanî Sûrî nehatiye destnîşankirin û ti namzed jî ji bo wî postê tune ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rûsî red dike ku cîgirê berê yê serokê Sûryê Farûq El-Şere'i serperiştiya Kongirê Gotûbêja Niştimanî Sûrî li Sochi bike.

Serokê şanda Rûsî ji bo Astanayê, ku di heman demê de nûnerê serokê Rûsya ye ji bo Sûryê Alexander Lavrentiev, ji ajanseke Rûsî re ragihand, ku heya niha ti nav ji bo serokatiya Kongirê Gotûbêja Niştimanî Sûrî nehatiye destnîşankirin û ti namzed jî ji bo wî postê tune ye.

Berî niha hatibû ragihandin, ku eger heye Farûq El-Şere'i serperiştiya Kongirê Sochi yê Gotûbêja Niştimanî Sûrî bike û dihat gotin jî ku eger heye ew di qonaxa veguhêz de serokatiya Sûryê bike.