Rûsya: Kesên daxwaza çûna Esed dikin cihê wan li Sochi tine ye
Rûsya: Daxwaza çûna Esed, tekez dike ku opozisyon dixwaze şer li Sûriyê berdewam be.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand, ku kar li ser amadekirina lîsta kesên beşdar di kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî de li bajarê Sochi berdewam e, ku biryar e di dawiya vê mehê bê lidarxistin.
Li gorî wezaretê, divê her kesê ku beşdar bibe di wî kongirî de dev ji hizra çûna Esed berde, amaje bi wê yek jî kiriye, ku Rûsya nahêle Sochi bibe hola bilindkirina diruşmên çûna Serokê Sûrya û bi gotina wezaretê: "Daxwaza çûna Esed, tekez dike ku opozisyon dixwaze şer li Sûriyê berdewam be".
Herweha wezareta derve ya Rûsya ragihand, ewê şanderê Netewên Yekgirtî jî vexwednî kongirê Sochi bike û dibe ku Amerîka jî wek aliyekî çavdêr beşdar bibe.