Wezîrê derve yê Birîtanya: Rûsya ti carî wek niha dijatiya Ewropa nekiriye

Birîtanya: Em û Rûsya derbarê Esed li hev nakin, derketin serokê Sûriyê Bişar Esed ji desthilatê wê bandoreke erênî li Sûryê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera RT ya Rûsî belav kiriye, ku Birîtaniya piştevaniha berdewamiya sizayan li ser Rûsya dike û ragihand ku wezîrê derve yê Birîtanya Boris Johnson gotiye: "Rûsya di Cenga Sar de bi qasî niha dijatiya welatên Rojava nedikir".

Herweha wezîrê derve yê Birîtanya Boris Johnson di hevdîtinekê de li gel kenaleke Rûsî got: "Em û Rûsya derbarê Esed li hev nakin, derketin serokê Sûriyê Bişar Esed ji desthilatê wê bandoreke erênî li Sûryê bike û divê rewşa jiyana welatiyên Sûrî bê başkirin".