Hêzên opozisyonê li Babê 40 welatiyên Kurd revandin

Hate ragihandin hêzên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike li bajarê Babê 40 welatiyên Kurd revandin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Hate ragihandin hêzên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike li bajarê Babê 40 welatiyên Kurd revandin.

Encumena serbazî ya bajarê Babê ragihand, şeva borî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê êrişî çend gundên Kurdan yên derdora bajarê Babê kirin e.

Li gor agahiyên Encumena serbazî ya Babê, wan çekdaran 40 welatiyên Kurd yên gundên Til Betal, Cidûd, Qesabîn û Qar Kelbîn revandin.