Dahata 60 hezar bermîl petrola Kerkûkê ne xuya ye

Iraq bêtirî 105 milyon bermîl petrol bi 6 milyar Dolar firot.

K24 - Navenda Nûçeyan

Meha derbasbûyî Iraq 6 milyar Dolar ji firotina petrolê bidest xist, lê dahata petrola Kerkûkê ne di nav de bû.

Peyvdarê wezareta petrola Iraqê Asim Cîhad ragihand, di meha derbasbûyî de, Iraq bêtirî 105 milyon bermîl petrol bi 6 milyar Dolar firot.

Asim Cîhad diyar kir, ku her bermîlek bi 57 Dolar û 30 sentan hat  firotin û 40 kompaniyên cîhanî petrola Iraqê kirrîne, herweha tevahiya wan bermîlan ji zeviyên başûr û navenda Iraqê hatine derxistin û petrola zeviyên Kerkûkê nehatiye hejmartin.

Ev yek di demekê de ye Iraq bi fermî li gel Îran rê ketiye, rojane 30 heya 60 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bişîne Îranê bêyî ku dahata wê li Bexdayê vegere û ew petrol li gel tevahiya berhema Iraq ya petrolê bê hejmartin.