Malikî hişyariyê dide

Malikî: Heger hilbijartin bên paşxistin wê Iraq rastî pêşerojeke tarî û metirsîdar bê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Iraqê Nûrî Malikî ragihand, ku paşxistina hilbijartinên, wê Iraqê ber bi pêşerojeke metrisîdar ve bibe.

Malikî di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, ku nabe hilbijartinên Iraq bên paşxistin û got: Heger hilbijartin bên paşxistin wê Iraq rastî pêşerojeke tarî û metirsîdar bê.

Biryar e roja 12 Gulana sala 2018an hilbijartinên Perlemana Iraq bên kirin, lê heya niha budce û yasaya taybet bi wan hilbijartinan derneketiye.