Îtalya hêzên xwe ji Iraqê dikşîne

Serokwezîrê Îtalya: Ew serbazên Îtalî ku ji Iraqê bên kişandin, wê ji bo Naycîrya bên şandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îtalya Paolo Gentiloni ragihand, ku wî pirojyek daye Perlemana welatê xwe ji bo kişandina hêzên Îtalî ji Iraqê.

Di kongirekî rojnamevanî de Gentiloni tekez kir, ku rast e DAIŞ ji holê hatiye rakirin, lê gefa terorê hîn jî li navçeyê maye. Diyar jî kir, ew serbazên Îtalî ku ji Iraqê bên kişandin, wê ji bo Naycîrya bên şandin ji bo jinavbirina qaçaxçî û terorîstên li wî welatî.

Paolo Gentiloni got jî: "Sipas ji bo ew beşdarîya giring û bi bandor ya Îtalya û bi desthênana destkeftên 2017an DAIŞ hat jinavbirin, lê gefa terorê hîn ji holê ranebûye. Pêwîst e bizav berdewam bin ji bo jinavbirina gefa terorê û rûbrûbûna ew qaçaxçiyên bazirganiyê bi mirovan dikin li Afrîqiya. Ji bo vê mebestê emê hêzên xwe ji Iraqê bibin Naycîrya".