Hin aliyên opozisyona Sûryê kongirê Sochi baykot dikin
Bereya Başûrî: Armanca lidarxistina kongirî Sochi ew e ku Rûsya dixwaze nerîna xwe li ser hêzên opozisyonê ferz bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ji bilî Îtîlafa Niştimanî ya opozisyona Sûryê, Bereya Başûrî ku yek ji mezintirîn yekîneyên Artêşa Azad e, ragihand ku ew li konigrê Sochi yê Diyaloga Niştimanî Sûrî amade nabin, ji ber ku bi gotina wan: "Ti giringiya wî kongirî tine ye û her aliyê li wî konigrî amade bibe wek dijminê gelê Sûryê tê hejmartin û xwe dike hevparê rêjîmê û milîsên Îranî û Hizbullaha Lubnanî".
Li gorî daxuyaniya Bereya Başûrî, armanca lidarxistina wî kongirî ew e ku Rûsya nerîna xwe li ser hêzên opozisyonê ferz bike.
Duh wezareta derve ya Rûsî ragihand, her kesê daxwaza çûna Esed bike, cihê wî di kongirê Sochi de tine ye, ku biryar e ew kongir di dawiya meha dahatî de bê lidarxistin.