Peyvdarê Erdogan: Cihê Esed di pêşeroja Sûriyê de nîn e
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê dibêje, di dahatiya Sûriyê de cihê Esed nîn e û piştî têkbirina DAIŞê jî, çi hinceta piştgirîkirina PYD nemaye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê dibêje, di dahatiya Sûriyê de cihê Esed nîn e û piştî têkbirina DAIŞê jî, çi hinceta piştgirîkirina PYD nemaye.
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, daxuyanî da rojnameya Hurriyetê û got, her çiqas Rûsya dibêje, divê Esed di desthilatê de bimîne, lê ew wek Tirkiyê dibêjin ku, Esed rewabûna xwe û rêbertiya xwe wenda kiriye û di dahatiya Sûriyê de tu rola wî nemaye.
Da xuyakirin, piştî ku DAIŞ nema, êdî hinceta Amerîka nemaye ku piştevaniya PYD bike. Divê hemû çekdarên biyanî ji Sûriyê derkevin û di dahatiya Sûriyê de hemû pêkhate rol bigrin.
Ev daxuyaniya Îbrahîm Kalin di demekê de ye, pispor dibêjin, di navbera Enqere û Şamê de ev demek e nîşaneyên başbûna pêwendiyan hene û çend roj berê daxuyaniya Esad ku gotibû PYD “xayîn” e ev nêzîkbûna her du welatan bileztir kir.
Kalin da xuyakirin, her çiqas Serokê Amerîkayê Donald Trump soz daye ku êdî çekan nadin YPG jî, diyar dibe, ji demê Obamayê ve tîma ku siyaseta PYD dizayin dike hîna li ser wê erkê ye û çekdayîna Amerîka bo YPG berdewam dike.