Lavrov: Em hêzên xwe ji Himêmîmê venaguhêzin Misrê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, tevî hevkariya leşkerî ya kûr ligel Misrê ji bo nijavbirina terorê, lê ew hêzên xwe yên leşkerî ji bingeha Himêmîma Sûriyê venaguhêze Misrê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, tevî hevkariya leşkerî ya kûr ligel Misrê ji bo nijavbirina terorê, lê ew hêzên xwe yên leşkerî ji bingeha Himêmîma Sûriyê venaguhêze Misrê.

Sergey Lavrov di hevpeyvînekê ligel “RT” de îro ragihand, ti plana wan a bicihkirina hêzên wan ên leşkerî bi awayekî demkî ji bingeha Himêmîmê bo Misrê nîn e.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê yekez kir, ew bi helwesta Misrê ya li dijî terorê re ne, lê hevkariya wan bi Misrê re dê li ser asta şandina amûreyên leşkerî û çekdan be.

Lavrov amaje bi wê jî kir, Rûsya û Misrê rêkeftinek dualî derbarê bikaranîna esman û firokxaneyên leşkerî îmzekirine, ew rêkeftin jî wek hevbeşiyeke serkeftî ji her du welatan re binav kir.

Ji çend salan ve, grûpên tundrewan li bakurê Sînayê êrîşî ser hêzên ewlehiya Mîsrê dikin û ta niha bi sedan kes hatine kuştin. Roja 24ê Mijdara bûrî jî tundrewên Îslamî êrîşî mizgeftekê li bakurê Sînayê kirin û bêhtir ji 300 kes bûn qurbanî.