40 grûpên opozîsyona Sûriyê beşdarî Sochiyê nabin

40 grûpên opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandine, ku ew beşdarî kongirê Sochiyê ya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî nabin. Rûsya ta niha ti fişarek li hikûmeta Sûriyê nekiriye, da bigihin çareseriyeke siyasî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Reuters” belav kir, 40 grûpên opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandine, ku ew beşdarî kongirê Sochiyê ya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî nabin. Rûsya ta niha ti fişarek li hikûmeta Sûriyê nekiriye, da bigihin çareseriyeke siyasî.

Li gor wan grûpên opozîsyonê, Mosko dixwaze  proseya aştiyê ya ku niha li Cenêvê  bi serperiştiya Netewên Yekgirtî bi rê ve di çe, têk bide. Herweha Rûsya bi encamdana tawanên şer li Sûriyê tometbar kir.

Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir, tevê Rûsyayê dibêje ew gerentîkarê çareseriyê li Sûriyê, lê ta niha ti fişar li hikûmeta Sûriyê nekiriye, da ku hinekî ji azarên miletê Sûriyê kêm bike.

Berî çend rojan, Ji bilî Îtîlafa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, Bereya Başûr ku yek ji mezintirîn yekîneyên Artêşa Azad e, ragihandibû, ew li konigrê Sochiyê nabin û her aliyê li wî konigrî amade bibe wek dijminê gelê Sûriyê tê hejmartin û xwe dike hevparê rêjîmê û milîsên Îranî û Hizbullaha Lubnanî.

Biryar e kongirê Diyaloga Niştimanî li bajarê Sochiya Rûsyayê di dawiya mehê bê de bi rê ve biçe, Li gorî şanderê taybet yê serokê Rûsiyayê ji bo Sûriyê de alexander lavrentiev nêzî 1500 kesî ji hemû pêkhateyên Sûriyê dê beşdarî kongir bibin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû, divê her kesê ku beşdar bibe di wî kongirî de dev ji hizra çûna Esed berde û Rûsya nahêle Sochi bibe hola bilindkirina diruşmên çûna Serokê Beşar Esed.

Tevî Rûsya tekeziyê li ser beşdarbûna tevahiya pêkhateyên netewî û olî li Sochiyê dike, lê ta niha beşdariya ENKS û PYD û Rêveberiya Xweser de, ne diyar dê bi çi awayî beşdar bibin.

Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd ji K24ê re gotibû, di bin fişara Tirkiyê de ne zelal e ku Rêveberiya Xweser ji bo civîna Sochiyê bê vexwandin yan na.

Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura li ser kongirê Sochiyê gotibû, divê kongirê ku Rûsya dixwaze bike, biqasî ku karibe hevkariya danûstandinên Cenêvê bike, bê nirxandin.