Rûsya: Hêzên hetahetayî ji bo Sûriyê made dibin

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu ragihand, ew kar dikin ku heta heta li Sûriyê bimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu ragihand, ew kar dikin ku heta heta li Sûriyê bimînin.

Li gor nûçeya “RT” Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu îro raghand, ewê herdu bingehên xwe yên leşkerî Himêmîm û Tertûsê li Sûriyê berfereh bikin û niha wan dest bi dirustkirina hêzekê kirine, da ku bi awayekî hetahetayê li wan herdu bingehan bimînin.

Ji aliyekî din ve, Îro Encûmena Yekîtya Rûsyayê rêkeftina berferehkirina bingeha Rûsyê ya li bendera Tertûsê pesend kir, ku li gor wê rêkeftinê Rûsya dê heta 49 salên din li Sûriyê bimîne, ew rêkeftin ji bo 25 salên din jî bi awayekî  jixweberî tê nû kirin.