Çekdarên opozsyonê firokeyeke cengî ya Hikûmeta Sûryê xistin xwarê
Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan: Yek ji firokevanan hatiye kuştin û yê din jî eger heye ku hatibe dîlkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa fermî ya Sûryê Sana tekez kir, ku firoke ji aliyê çekdarên opozisyonê ve li bakurê parêzgeha Idlibê hatiye xistin û firokevanekî wê jî hatiye kuştin.
Li gorî Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan, dema ku ew firoke hat xistin herdu firokevanên wê sax bûn û bizava revê kirin, lê piştre yek ji wan hat kuştin û yê din jî eger heye ku hatibe dîlkirin.
Li gorî zanyariyên meydanî, firokeyên Rûsî û Sûrî bi awakî berfireh karê lêgerîn û bizava rizgarkirina firokevanê windayî dikin.