Firokeyên şerî yê Belcika çalakiyên xwe li Iraqê rawestandin

Wezareta derve ya Belcîka ragihand, firokeyên wan ên şerî ku ji bo şerê DAIŞ li Iraqê hatibûn Rojhilata Navîn careke din vedigerin Belcîka.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Belcîka ragihand, firokeyên wan ên şerî ku ji bo şerê DAIŞ li Iraqê hatibûn Rojhilata Navîn careke din vedigerin Belcîka.

Firokeyên Belcîkî ji cûreyên F16 li bingeheke serbazî li welatê Ûrdin hatibûn bicihkirin, bo şerê jinavbirina DAIŞê li 'Iraqê.

Firokeyên  şerî yên  Belcîka  di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, bo dema 18 mehan berdewam çekdarên rêxistina  DAIŞ li îraq bombebaran dikirin.

Piştî sal û nîvekê ji man a wan li Rojhilata Navîn ew firoke vegeriyane bingeha serbazî ya bi navê  Kleyn Brokill li Belcîka.