Kurd bi dilgiranî proseya Kongreya Soçî dişopînin
Garantoriya Iran, û Tirkiyê ligel Rûsya, rewşa beşdariya Kurdan di Kongreya Soçî de nezelal kiriye û her du dewlet hewl didin rol û bandora Kurd li Suriyê lawaz bidin nîşandan
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji Partiyên Rêvebiriya Xweser û Partiyên Hevbendiya Niştîmanî daxûyaniyek derbarê beşdariya di kongreya Soçî de belav kirin. Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew wek kesayet di Kongreyê de beşdar nabin. Ji aliyê xwe ve Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD di daxûyanîyeke taybet de bo Kurdistan24 got, divê Kurd wek şand û bi yek helwestê tevlî Kongreyê bibin. Herweha da zanîn ku, bêyî beşdariya hêz û aliyên Kurdî tu çareserî ji Sûriyê re tune ye.
Garantoriya Iran, û Tirkiyê ligel Rûsya, rewşa beşdariya Kurdan di Kongreya Soçî de nezelal kiriye û her du dewlet hewl didin rol û bandora Kurd li Suriyê lawaz bidin nîşandan. Rûsya jî heta niha ligor daxwazên Tirkiye ê Iranê di proseya Kongreya Soçî de tevdigere.