Mehmûd Osman: Baweriya Bexdayê bi federalîzmê nîn e
Serokwezîrê Iraqê ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê, niha li hember Kurd xwe bi xwedî maf dizane, ji ber wê guhê xwe nade ne peyamên navxweyî, ne jî yên derveyî ji bo destpêkirina guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê. Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman dibêje, Ebadî û yên wek wî her ji esas ve baweriya wan bi federalîzmê nîn e.
K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê Kurd li Bexdayê Arêz Abdullah ji K24ê re got: “Ebadî naxweze guftûgo dest pê bike, çunkû heger bê û guftûgo dest pê bike, dibe di nava guftûgoyê de ew daxwzên hene berçav bibin, lê ew merc û astengan datîne, heger yek merc nebe, ew dîsa naxwaze guftûgo dest pê bike, ji ber ku hemû ew tiştên ku behs dike, dikare li ser masa guftûgoyê dest pê bikin.”
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ji K24ê re got: “Ne Şîe û ne Sune, baweriya wan bi federelîzmê nîn e. Baweriya me û baweriya wan ji hev cuda ne. Ew dibînin ku hikmekî navendî û bihêz li Bexdayê hebe. Ew dizanin jî ku Kurd ne yek in û ji ber ku ne yek e, Kurd lawaz e û dibînin ku niha ji wan re derfet heye û dikarin her tiştekî li ser Kurd ferz bikin.”
Yek ji mercên Ebadî ew e, şandeke Herêma Kurdistanê ku nûnertiya tevahiya aliyên siyasî yên sereke bike pêk were, da ku guftûgo dest pê bike. Ev jî di demekê de ye Tevgera Goranê û Komela Îslamî ji hikûmetê vekişiyanê û daxwaza helweşandina hikûmetê dikin.
Li gor zanyariyên K24ê jî, Ebadî bi piştevaniya çend hêzên navxweyî yên Herêma Kurdistanê lîstika xwe ya siyasî berdewam dike û hewla xwevedizîna ji guftûgoyê dide.