Li ser riya Ewropayê 2 zarokên bira Silêmaniyê xeniqîn û zarokekî din jî winda ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîn û binavbûna belemeke koçberan de di dema derbasbûna ji Tirkiyeyê bo Yewnanistanê, du zarokên malbateke xelkê Silêmaniyê canê xwe ji dest da, yê sêyem jî windaye.
Xalê zarokan, Barzan Reza ji Kurdistan24ê re got: "Xwişk û zavayê min bi mebesta gehiştina Ewropayê tevî her sê zarokên xwe, riya koçberiyê hilbijartibûn. Ji bo vê mebestê jî 55 hezar dolar dabûn qaçaxçiyan da ku wan bi rêyeke ewle bighînin Ewropayê."
Derbarê hûrgiliyên karesatê de, Barzan Reza diyar kir ku ew li herêmeke avî ya li ser sînorê Yewnanistanê tevî hejmarek koçberên din li beleme plastîkî hatibûn siwarkirin, lê belê belem li koka darekê ketiye û teqiya ye; di encamê de hemû koçber ketine nava avê.
Zarokên ku di bûyerê de bûne qurbanî bi navên Hestiyar Herêm, Heryad Herêm û Mêle Herêm in. Xalê zarokan da zanîn ku du ji wan xeniqîne û derbarê yê sêyem de jî agahî dane wan ku hatiye rizgarkirin, lê belê heta niha çarenûsa wî ne diyar e û nizanin li kû derê ye.
Reza herwiha aşkere kir ku xwişk û zavayê wî ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine rizgarkirin lê niha li herêma Edeneyê desteserkirî ne û got: "Peywendî bi me re kirin û daxwaza alîkariyê kirin ku em bi hewara wan ve biçin, ji ber ku di rewşeke gelekî giran a derûnî de ne û li wir bêkes û bêçare mane."