PYD: Pêwîst e Kurd bi yek şand û yek helwestê tevlî Sochiyê bibe
Partiyên Rêvebiriya Xweser û partiyên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) daxuyaniyek derbarê beşdariya di kongirê Sochiyê de belav kirin, di daxuyaniyê de het ku ew wek kesayet di kongir de beşdar nabin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo li ser beşdarbûna Kurd di kongirê Diyaloga Niştimanî ya Sochiyê ji K24 ragihand, divê Kurd wek şand û bi yek helwestê tevlî kongirê Sochiyê bibin û bêyî beşdariya hêz û aliyên Kurdî ti çareserî ji Sûriyê re tune ye.
Sîhanok Dîbo got: “Partiyên siyasî tekez dikin, wekî Xweseriya Demokratîk û hêzên siyasî yên di Bakurê Sûriyê de dê li her civînekê amade bibin, lê bi merca, ku ew civîn bê destêwerdana Tirkiyê bin û herwiha nabe ti kesek jî bi navê îradeya gelên Rojava û Bakurê Sûriyê amade bibe.”
Dîbo got jî: “Rêjîmên Tirkiye, Îran û Şamê metirsiyên wan hene, her çareseriyek ji bo pirsa Kurdî û pirsên herêmî, ew dibînin ku ew têk diçin. Heger hêzên Xweseriya Demokratîk di Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de amade nebin, wê demê ew çareserî biser nakeve.