Rûsya: Artêşa Sûrî bingeha Tenif ya Amerîkî li rojhilatê welat dorpêç kirye

Rûsya: Nêzîkî 350 çekdar ji wê navçeyê derketin dema ku desthilata hikûmetê li wê deverê lawazbû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokerkanê artêşa Rûsya Valery Gerasimov ji ajanseke Rûsî re ragihand, ku navçeya Tenif ku bingeha hêzên Amerîkî têde ye, ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.

Gerasimov diyar kir, ku wan çavdêriya derketina çekdaran dikir ji wê navçeyê.

Herweha Serokerkanê artêşa Rûsya zelal kir, ku nêzîkî 350 çekdar ji wê navçeyê derketin dema ku desthilata hikûmetê li wê deverê lawazbû û metrisî li ser kontrolkirina bajarê Qeryetên hebû, lê wan karî hemû çekdaran jinav bibin. Bi gotina navhatî: "Diyar e ku li bingeha Tenif çekdar tên perweredekirin".