Iyad Elawî daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike
Elawî: Wek çawa Seyid Sîstanî ew hêz pêk aniye, divê weha jî wê hêzê hilweşîne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Iraqê û serokê Îtîlafa Iraqiye Iyad elawî, di hevpeyvînekê televizyonî de ragehand, çareya pirsa Heşda Şeibî ew e, wek çawa Seyid Sîstanî ew hêz pêk anî, divê weha jî wê hêzê hilweşîne.
Elawî got: Divê ew çekdarên Heşdê, yên guncayî bikevin nav hêzên çekdar û hêzên polîsan de û yên din jî bikevin ser kerta şaristanî ya dewletê, yan di kerta taybet de bên bicihkirin, yan jî bên xanenişînkirin.
Herweha diyar kir, ku divê malbatên "şehîd û birîndarên" Heşda Şeibî bên xelatkirin û mûçeyê wan yê mehane hebe.