Bi wêneyan.. Li bajarê Qamişlo agir bi kargeheke lastîkan ket

Nûçegihana K24 li Qamişlo: 4 Agirkuj gihiştin deverê heya karîn wî agirî vemrînin û nehiştin ziyan li malên derdora kargehê bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro danê nîvro li rojhilatê bajarê Qamişlo, agirekî mezin pêket, li gorî asayişan li wî bajarî, heya niha sedema wî agirî nehatiye naskirin, lê dibe ku sedema agir pirsgirêkek elekitrîkê be.

Nûçegihana Kurdistan24ê ji bajarê Qamişlo tekez kir, ku ji ber dijwariya agir 4 agirkuj gihiştin deverê û heya karîn wî agir vemrînin û nehiştin ziyan li malên derdora kargehê bibe.