Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinan diçe Parleman

Hefteya bê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinan diçe Parleman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hefteya bê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinan diçe Parleman.

Serokê Koma Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê Omîd Xoşnaw ji Kurdistan 24 re ragihand ku, hefteya bê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  bi mebesta diyarkirina dema hilbijartinan li Kurdistanê diçe Parleman.

Beriya du hefteyan di dema serdana wî ji bo Almanyayê Nêçîrvan Barzanî nameyek arasteyî Serokatiya Parleman kiribû û tê de daxwaz ji Parleman kiribû,  rojekê ji bo encamdan a hilbijartinan diyar bike.