KCK: Ne tenê 2 Berpirsên pilebilind ên MÎT'ê di destê me de ne

Hevseroka KCKê Besê Hozat radigihîne, endemên pilebilind ên MÎTê yên di destê wan de dîl in, bes 2 kes nîn in û kesên din jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka KCKê Besê Hozat radigihîne, endemên pilebilind ên MÎTê yên di destê wan de dîl in, bes 2 kes nîn in û kesên din jî hene.

Hevserokên KCKê Cemîl Bayik û Besê Hozat ji televîzyoneke nêzikê PKKê re axivîn û bal kişandin li ser berpirsên dezgeha hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê yên di destê wan de dîl in.

Besê Hozat îddiayên Parlementerê CHPê Tuncay Ozkanî piştrast kir û got, di destê wan bilî wan 2 berpirsên MÎTê, berpirsên din yên gelek pilebilind hene û heta niha agahiyên girîng ji wan hatine wergirtin.

Cemîl Bayik jî diyar kir, ne rast e ku ew ji niha ve her tiştî eşkere bikin. Ewê zanyariyên zêdetir ên di derbarê nasnameya wan de demeke pêş de belav bikin.

Berî niha 2 hefteyan parlemnterê CHPê Tuncay Ozkan gotibû 4 serokên daîreya MÎTê di destê PKKê de dîl in.

PKKê di Tebaxa bûrî de ragihandibû, PKK du endamên MÎT a Tirkiyê li devera Dûkan ya ser bi Silêmaniyê ve dîl girtine, ku wan pilanek ji bo amanckirina hevserokê KCKê Cemîl Bayik danîbûn.