Ebadî ji bo çareserkirina pirsgîrekên siyasî karta demê bikar tîne

Derbarê pirsên siyasî ligel Herêma Kurdistanê Ebadî got ku, demeke zêde ji bo vê pirsê re divê û pêwîstiya wê bi aliyan heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî  eşkere dike ku,  daxwaz kiriye pirsgirêkên teknîkî - hikûmî di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bibin û pêwendiyên her du aliyan destpê bikin.

Ebadî di kongreyek rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir  ku, di dema bê de li ser pirsa darayî û ya petrolê de gotûbêj têne encamdan.

Derbarê pirsên siyasî ligel Herêma Kurdistanê Ebadî  got ku, demeke zêde ji bo vê pirsê re divê û pêwîstiya wê bi aliyan heye.

Pîspor di wê baweriyê de ne, Ebadî dixwaze demê bikar bîne û destpêkirina danûstandinan di astên nizmtir de jî, di bin bandora daxwazên navdewletî û navendên girîng ên navxweyî de bûne. Na xwe Ebadî destê xwe xûrt didît û nedixwest xwe nêzîkî danûstandinan bike. Lê, karta fişare di destê Ebadî de her diçe lawaztir dibe.