Trump: Di dema min de çekdarên DAIŞê kêm bûne
Serokê Amerîka Donal Trump dibêje, ji dema wergirtina posta xwe ya serokatiyê ve, rûbera di destê DAIŞê de li Iraq û Sûriyê gelekî kêm bûye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump dibêje, ji dema wergirtina posta xwe ya serokatiyê ve, rûbera di destê DAIŞê de li Iraq û Sûriyê gelekî kêm bûye.
Serokê Amerîka Donald Trump li hejmara xwe tûra civakî “Twitter” belav kir, ji destpêka wergirtina posta serokatiya Amerîka di meha Çileya 2017an de, nêzîkî 35 hezar çekdarên DAIŞê hebûn û rûberek biqasî 45 hezar K.M çargoşe li Sûriye û Iraqê di destê wan de bû.
Trump aşkere dike, ji wê demê ve û ta 21 vê mehê, li gor zanyariyên leşkerî yên Amerîkî tenê yek hezar çekdarên DAIŞê mane û rûbera di destê wan de jî daketiye tenê 5 hezar K.M çargoşe.
Ev daxuyaniya Trump d demekê de ye Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 9ê vê mehên gotibû: “Hêzên me bi tevahiya sînorê Iraq û Sûriyê kontrol kirin, ji ber wê bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê radigihînim.”
Herwiha Serokê Rusyayê Vladimir Putin di 11ê vê mehê de serdana Navenda Himêmîmê ya leşkerî li Sûriyê kir û piştî jinavbirina DAIŞê li Sûriyê fermana vekişandina beşeke mezin ji hêzên xwe dabû.