Desteya bilind a Opozisyona Suriyê di Kongreyê Soçî de amade nebe

Yehya el'Erîdî ragihand, wan pêşniyara Moskow ji bo beşdariya di Kongreyê Diyaloga Niştîmanî ya Suriyê li bajarê Soçî yê li Rusyayê red kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

 Desteya bilind a Opozisyona Suriyê biryar da di Kongreyê Diyaloga Niştimanî de amade nebe.

Peyvdarê desteya bilind a Opozisyona Suriyê Yehya 'Erîdî ragihand, wan pêşniyara Moskow ji bo beşdariya di Kongreyê Diyaloga Niştîmanî ya Suriyê li bajarê Soçî yê li Rusyayê red kiriye. Ew yek jî bi sedema hebûna nakokiyan derbarê Serokê Suriyê Beşar Esed de ye.

'Erîdî got, dema ku Moskow dibêje,  hikumeta Esed nayê gotubêjkirin, wateya wê ew e ku, prosêsa veguhestina siyasî jî bo welateke ne taifî jî û li gor biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî nayê gotubêjkirin.

Beriya niha Şanderê taybet ê Serokê Rusyayê bo Suriyê gotibû, dê Kongre bi beşdariya ji nêzîkî 1500 nûnerên pêkhatên Opozisyonê birêve biçe, ku biryar e di 29 û 30 meha pêş de li bajarê Soçî li Rusyayê birêve biçe.