Mala welatiyekî din î Kurd li Xurmatû hat şewitandin
Duh nîvê şevê li taxa Komarî nêzîkî parka Xurmatû, milîsên Heşda Şeibî girtin ser mala welatiyekî Kurd piştre mala wî şewitandin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Çalakvanên Kurd li torên civakî belav kirin, duh nîvê şevê li taxa Komarî nêzîkî parka Xurmatû, milîsên Heşda Şeibî girtin ser mala welatiyekî Kurd piştre mala wî şewitandin.
Li gorî zanyariyan navê wî welatiyê Kurd (Ibrahîm Semîn)e.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî, çekdarên Heşda Şeibî derbarî bajarokê Xurmatû bûn û ziyanên mezin li welatiyên Kurd kirin û heya niha gellek malên welatiyên Kurd şewitandine.
Ji ber wan kiryaran jî, bi hezaran welatiyên Kurd ji wî bajarokî mişext bûne.