Pentagon: Hevpeymaniya Navdewletî 817 sivîl li Sûryê û Iraqê kuştine

Serkirdatiya hêzên Amerîkî: Niha lîkolîn derbarê bêtirî 600 bûyerên din berdewam e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serkirdatiya giştî ya hêzên Amerîkî di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka oprasyonên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşya Amerîka li Sûriyê û Iraqê, li dijî baregehên DAIŞê, bêtirî 800 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Serkirdatiya hêzên Amerîkî diyar kir, ku ew welatiyên sivîl, bê mebest hatine kuştin û heya niha lîkolîn derbarê bêtirî 600 bûyerên din berdewam e.