Çekdarên Bereya Nusra dest bi derketinê ji rojavayê Şamê dikin

Çekdarên Nusra dest bi vekişînê ji devera Beyt El-Cin û Mixîr El-mîr li derdora rojavayê Şamê kirine û ewê ber bi bajarên Idilib û Der`a ve biçin

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya Rûsî, çekdarên Bereya Nusra dest bi vekişînê ji devera Beyt El-Cin û Mixîr El-mîr li derdora rojavayê Şamê kirine û ewê ber bi bajarên Idilib û Der`a ve biçin, lê beşê herî mezin wê li Idilbê bi cih bibin.

Li ser vê mijarê, jêderekî haydar ji medya Rûsî re diyar kiriye, ku bi dehan bas ji bo derxistina wan çekdaran gihiştine navçeyên navhatî û bi gotina wî jêderî: "Nûnerên artêşa Sûriyê li gel serkirdeyên Bereya Nusra di danûstandinan de ne".

Bereya Nusra ku li ser astê navdewletî di lîsta terorê de ye, bi rêketinekê li gel artêşa Sûriyê, dê ji rojavayê Şamê derkeve, ew jî piştî ku artêşa Sûriyê pêşketineke baş bidest ve anî û karîbû tevahiya xalên stiratîcî kontrol bike .