Bi vîdyo û wêneyan.. Li başûrê Qahîre êrîşî dêrekê hat kirin
Medya Misrî ragihand, ku hêzên emnî karîn ew kesê êrîş encam daye bikujin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Dêra bajarê Helwan li başûrê Qahîre paytexta Misrê, rastî êrîşekê hat û di encamê de sê kesan canên xwe jidest dan.
Medya Misrî ragihand, ku hêzên emnî karîn ew kesê êrîş encam daye bikujin.
Herweha diyar kir, ku 15 kes di encama êrîşê de hatine kuştin, lê heya niha aliyên fermî yên Misrî kuştina sê kesan tenê piştrast kirine.
Di nûçeyên xwe de medya Misrî wêneyê kesekî kuştî belav kiriye, derbarê wî termî polîsê Misrî ragihand ku ew termê wî kesê ku êrîş kiriye.
#عاجل.. مقتل مسلح هاجم كنيسة في #حلوان بجنوب #القاهرة وأنباء عن سقوط 3 ضحايا من الشرطة المصرية "فيديو"https://t.co/GcEKrosPev #إرم_نيوز #مصر pic.twitter.com/X1BY0jDbdU
— إرم نيوز (@EremNews) December 29, 2017

