Serokê Iraqê tekeziyê li ser diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê de dike

Fûad Masûm: Diyalog di navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê de, wê pirsgirêkên niha çareser bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Iraqê Fûad Masûm ragihand, ku diyalog di navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê de, wê pirsgirêkên niha çareser bike û daxwaz kir, ku berjewendiya gelên Iraqê li ber çava be û herdu alî xwe ji berjewendiya teng ya hizbî dûr bikin.

Herweha Masûm tekezî li ser pêwîstiya encamdana hilbijartinên Perleman û parêzgehên Iraqê di dema diyarkirî de kir.