Îran: Israil û Amerika li dijî Iranê dinav plangeriyê de ne
Telewizyona PressTV a Iranê diyarkir ku, Şêwirmendê Ewleyiya Niştimanî yê Amerikayê H.R. McMaster û hevpostê wî yê Israilî Meir Ben-Şabbat li Washingtonê hevdîtinek bidizî lidar xistin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Telewizyona PressTV a Iranê diyarkir ku, Şêwirmendê Ewleyiya Niştimanî yê Amerikayê H.R. McMaster û hevpostê wî yê Israilî Meir Ben-Şabbat li Washingtonê hevdîtinek bidizî lidar xistin e û li hemberî Îranê liser rêkeftinek plangeriyê li hevûdu kirin e.
Ligor PressTV ev hevdîtin di 12ê meha Berçile de lidar ketiye û rewşa Îranê, bandora Îranê li Rojhilata Navîn û herweha tedbîr û kiryarên dijî siyaseta Îranê rojeva hevdîtina her du aliyan bûye.