Amerika bala Suriyê kişand

de Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Matîs got, hêleke wan a cudakirinê di navbeyna hebna hêzên hevalbendên wan li rojhilatê Suriyê û hêzên hikumeta Suriyê de, li rojavayê Suriyê heye û dê şaşîtiyek be, eger ew hêl were binpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di kongreyek rojnemevanî de Wezîrê berevaniya Amerîkayê  James Matîs got,  hêleke wan a cudakirinê di navbeyna hebna hêzên  hevalbendên wan li rojhilatê Suriyê û hêzên hikumeta Suriyê de, li rojavayê Suriyê heye û dê şaşîtiyek be, eger ew hêl were binpêkirin.

Herweha Matîs got, dê berpirsên Amerîkî ji bo rêkxistina karê rakirina mînan û avakirina deverê ji rojhilatê Suriyê werin şandin. Karê hêzên Amerîkî ji kontrolkirina deveran, wê bibe peydakirina aramî û ewlekariyê li wan cîh an.

Beriya niha Serokê Suriyê Beşar Esed di daxûyaniyekê de gotibu, her aliyên ku bi biyaniyan re kardikin, taybet bi Amerîkiyan re xayin in.