Putin rêkeftina berferehkirina Navenda leşkerî ya Rûsyayê li Tertûsê îmze kir
Serokê Rûsyayê rêkeftina berferehkirina Navenda leşkerî ya Rûsyayê li Tertûsê îmze kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê rêkeftina berferehkirina Navenda leşkerî ya Rûsyayê li Tertûsê îmze kir.
Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin li ser rêkeftina di navbera Rûsya û Sûriyê de, ya ku di derbarê berfrehkirina navenda Tertûs a leşkerî de îmze kir. Ligor rêkeftinê, dê rûbera wî navendî, ji bo pêşwazîkirina alîkariyên maddî û teknîkî were berfereh kirin.
Pêncşemiya borî Serokê Rûsyayê ragihandibû, ku dê her dû navendên wan li Suriyê Hmêmîm û Tertûs, ji bo parastina berjewendiyên Rûsyayê, di karên xwe de berdewam bibin.