Fewza Yusif: Rûsya dualî dilîze

Fewza Yûsif: dewleta Rûsyayê, siyaseteke du alî bi Kurd û Tirkan re dimeşîn e û dixwaze wekî tevlîheviyekê di navbeyna Tirkiyê û Kurdan de çêbike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mehek ji bo pêkanîna Kongreyê Danûstandina Niştimanî ya Sûriyê re maye. Hîn bi awayekî zelal aliyên beşdar nehatine destnîşan kirin. Li  gor piraniya Opozisyonê, ew Kongre ji bo piştgiriya  hikumeta Sûriyê ye.

Herweha li gor Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Sîstema Federaliya bakurê Sûriyê Fewza Yûsif dewleta Rûsyayê, siyaseteke du alî bi Kurd û Tirkan re dimeşîn e û dixwaze wekî tevlîheviyekê di navbeyna Tirkiyê û Kurdan de çêbike.