Amerîk: Em dabeşkirina Sûriyê naxwazin
Mattis: Piştî nemana çekdarên DAIŞê li Sûriyê, em hizir dikin hejmara dîplomatkar û karmendên xwe li wî welatî zêde bikin û hêdî hêdî giringiyê bidin dubare avakirina Sûryê
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis ragihand, ew naxwazin Sûrya dabeş bibe û ewê karên xwe li navçeyên derveyî desthelata hikûmetê çalak bikin.
James Mattis diyar kir, ku piştî nemana çekdarên DAIŞê li Sûriyê, ew hizir dikin ku hejmara dîplomatkar û karmendên xwe li wî welatî zêde bikin û hêdî hêdî giringiyê bidin dubare avakirina Sûryê.
Matîs got jî: "Li ser astê navdewletî pere hatine peydakirin ji bo dubare avakirina Sûryê û ji bo ew pere nekevin bêrîka hin kesan de, ewê karmendên xwe bişînin wî welatî û ew karmend wê hêzên navxwe fêrî rakirina mayinan bikin".