Li Birîtanya du penaberên Kurd bi tometa encamdana karên terorî hatin girtin

Heger tometa terorê li ser wan bê çespandin, eger heye ji wî welatî bên derkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya Birîtanî, du penaberên Kurd li Birîtanya ji aliyê polîsên wî welatî ve hatine girtin bi tohmeta ku wan dixwast di roja kirîsmisê de li nêzîkî avahiya Perlemana Birîtanya karên terorî encam bidin.

Medya Birîtanî diyar kir, ew herdu Kurd bêtirî deh salane li Birîtanya dijîn û yek ji wan jî xwediyê xwaringeheke xwarinên bilez e û ev bûye çend bandora hizra tundiye li wan bûye.

Berî çend rojan jî ew herdu penaberên Kurd çûbûne pêşya dadgehê û heger ew tomet li ser wan bên çespandin, eger heye ji wî welatî bên derkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5770eb28-83a8-405d-805a-18ed57563a39/KurdishPanabar.ism/manifest