Putin: Emê li ser piştevaniya Sûryê berdewam bin

Putin di pêwendiyekê telefonî de cejna serê salê li Esed pîroz kir û tekez kir ku ewê kar li ser dîtina çareyekê ji kirîza Sûryê re bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de, li gel serokê Sûryê Bişar Esed ragihand, ji bo parastina serweriya Sûriyê ewê piştevaniya xwe ji wî welatî re berdewam bikin.

Putin di wê pêwendiyê de cejna serê salê li Esed pîroz kir û tekez kir ku ewê kar li ser dîtina çareyekê ji kirîza Sûryê re bikin û alîkariya pêwîst ji bo rakirina abûriya wî welatî pêşkêş bikin.