Rûsya 200 cûre çek ên nû di şerê Suriye de test kiriye

Generalê Rûsî Igor Makushev ji ajansa TASS re diyarkir ku, şerê li Suriyê derfeta testkirina çekên nû da wan

K24 – Navenda Nûçeyan

 Generalê Rûsî Igor Makushev ji ajansa TASS re diyarkir ku, şerê li Suriyê derfeta testkirina çekên nû da wan.

Makushev di pêşangeha çek a Moskow de destnîşankir ku, “Di Operasyonên taybet de me 200 cure çekên nû test kirin. Di van şeran de, ev çekên bi awayekî serkeftî hatin bikar anîn û encamên gelek baş dan. Li Suriyê me gelek çek ûn nû test kirin, şaşîtiyên kargehî û berhemanînê di van testên şerî de ji me re derketin hole û me zêdetir bal da ser çek ên di van Operasyonan serkeftî hatin test kirin. Hîn ji testkirina hin çek ên me berdewam in”.

Makushev herweha da nîşankirin ku, “Di hin Operasyonên taybet de, bi bername û planên Serokerkaniya me, hin çek ûn deryayî û hewayî jî hatin testkirin û encamên wan ji bo me gelek erênî bûn.”

Rewangeha Mafê Mirovan a Suriye gelek caran bi daxûyaniyan dabû diyarkirin ku, Rûsya çekên xwe yên nû hemberî sivîlan test dike û gelek mirovan jiyana xwe di encama van Operasyonan de ji dest da ye. Herweha Rêxistinên navneteweyî yên mafûn mirovî, Rêxistina navneteweyî ya doktorên sînornenas, zanyarên serbazî û pîspor jî heman tomet hemberî Rûsyayê kiribûn.