Amerîka: Emê hêzên xwe li Sûryê bihêlin da Îran li wir bihêztir nebe

"Heger bi hêzeke serbazî be yan jî bi beşdariyê di rêketinekê de be, ji bo çarekirina kirîza Sûryê, wê hêzên Amerîkî li wî welatî bimînin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî kenaleke Israîlî, ku ji jêderekî di nav Koşka Sipî de veguhestye, Washington ji Tel Eviv re tekez kiriye, ku ewê beşekî ji hêzên xwe li Sûryê bihêle daku rê li ber Îranê bigire, ku hebûna xwe ya serbazî li Sûryê berfirehtir neke.

Li gorî wî berpirsê Koşka Sipî, Amerîka gotiye: "Heger bi hêzeke serbazî be yan jî bi beşdariyê di rêketinekê de be, ji bo çarekirina kirîza Sûryê, wê hêzên Amerîkî li wî welatî bimînin".