Erdogan ji bo kirîza Sûryê serdana Firensa dike
Hikûmeta Firensî di daxuyaniyekê de diyar kiriye, ku di vê serdanê de, wê herdu serok behsa pêwendiyên herdu welatan bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Firensî di daxuyaniyekê de ragihand, roja Îna bê de, wê serokê Tirkiyê ReceP Tayip Erdogan serdana Parîsê bike û li gel serokê Firensa Emmanuel Macron, mijarên girêdayî Sûryê û mafên mirovan gotûbêj dikin.
Daxuyaniyê diyar kiriye, ku di vê serdanê de, wê herdu serok behsa pêwendiyên herdu welatan bikin û li ser hin doseyên herêmî û bi taybet doseya Sûryê jî wê gotûbêjên giring bên kirin.
Ev serdana Erdogan di demekê de ye, ku endamtiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropa de hatiye astengikirin.