Di êrîşeke DAIŞê de 13 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Desteya Heşda Şeibî ragihand, bi sedema êrîşeke DAIŞê li başûrê parêzgeha Selahedînê, 13 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navena Nûçeyan

Desteya Heşda Şeibî ragihand, bi sedema êrîşeke DAIŞê li başûrê parêzgeha Selahedînê, 13 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor daxuyaniyeke Desteya Heşda Şeibî, hejmarek ji çekdarên DAIŞê şeva bûrî êrîşî ser navçeya Ferhaniye ya parêzgeha Selahedînê ve kirin.

Di encama êrîşa DAIŞê de, 4 kes hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Ev êrîşa çekdarên DAIŞê di demekê de ye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 9ê vê mehê de bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê ragihand, lê ta niha tevgera wê rêxistinê metirsî li ser hin navçeyên Iraqê maye.