HDKÎ û HDK piştevaniya xwepêşandanên xelkê Îranê dikin

Herdu hizbên Demokratî Kurdistan li Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwepêşandanên Îranê dikin û doza berdewamiyê li xwepêşanderan dikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hibza Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizaba emokrat a Kurdistan piştevaniya xwe ji xwepêşandanên xelkê Îranê re dan xuyakirin û diyar kirin, ku ji mêj ve li Rojhlatê Kurdistanê nerazîbûnê destpê kiriye û niha bajarên Îranê jî ji ber nedadperweriyê daketine kolanan.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji wan xwepêşandanan re ragihand û daxwaza berdewamiya  xwepêşandanan.

HDKÎ di daxuyaniya xwe de dibêje: "Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji mêj ve li dijî zulm û zordariyê xwepêşandan encam dane û niha xelkên bajarên din jî ji ber rewşa nexweş herweha destwerdan di karûbarên welatên navçeyê de, daketine kolanan û xwepêşanderên Îranê daxwaz azadî û demokratiyê û mafên xwe yên rewa dikin".